Herêma behra Wanê bi tebîeta xwe ya xweşik, rengîn û balkêş bi sedan cureyên perperokan di xwe de dihewîne.
Perperokên rengîn û balkêş her sal bala siruşthezan dikşînin ser xwe, ji ber vê jî bi sedan kes tên serdana herêma behra Wanê.
Hîndekarê Dibistana Bilind a Meslekî ya Tetwanê ya Zanîngeha Bitlîs Erenê Oktay Sûbaşi daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku herî zêde cureyên perperokan li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hene û wiha got: "Dema em li cureyên perperokan dinihêrin, em dibînin ku Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji hêla cureyên perperokan ve dewlemend e. Li Tirkiyeyê nêzî 400 cure perperok hene û ji van perperokan 220 cure li herêma behra Wanê û Bitlîsê dijîn. Ewliya Çelebî jî di Seyehatnameya xwe de qala vê rastiyê dike. Ewliya Çelebî di Seyahatnameya xwe de qal dike ku dema tê Bitlîsê dibîne ku cureyên çûk û perperokan zehf in û di berhema xwe de bi şêweya xwe ya balkêş qala vê dike."
Sûbaşi di berdewamiyê de wiha got: "Perperokên mê wekî hemû perperokan hêkên xwe datînin ser pelan. Sîrkutoya ku ji hêkê derdikeve, demekê pelan dixwe û paşê xwe li miritiyê datîne. Morîstankên ku cisnê wan Myramîc e, bêhna sîrkutoyan distînin û dibêjin qey têjikên wan in, sîrkutoyan dibin hêlîna xwe û sîrkuto li vir larvayên morîstankan dixwin. Bi vî awayî sîrkuto di binê erdê de xwe diparêzin. Sîrkuto di hêlîna morîstankan de mezin dibin û heta havîneke din dibin perperok. Yanî hebûna morîstank û perperokan girêdayî hev in."