Jiyan

Bi paletî û qebaletî gihê diçinin

Li Agiriyê cotkar li qadên hacetên teknolojîk lê naxebitin, bi tirpana ji kal û bavan maye bi usilê qebaletî û paletiyê gihê diçinin

Haydar Şahin  | 19.08.2019 - Rojanekırın : 21.08.2019
Bi paletî û qebaletî gihê diçinin

Ağrı

Li Agiriyê cotkar li qadên ku hacetên teknolojîk lê naxebitin, bi tirpana ji kal û bavan maye bi usilê qebaletî û paletiyê gihê diçinin.

Welatiyên ji bo heywanên xwe alifê zivistanê didin ser hev, bi dehan dolim erdî bi tirpana ku li ser derketina hacetên teknolojîk hatiye jibîrkirin diçinin.

Welatiyên li Taşliçaya navçeya Agiriyê mêrgên xwe yên berpal û berwarî diçinin ji hevra wekî qebale û pale diçin û barê hev sivik dikin. Welatî hin caran distirên û xebata xwe bi kêfxweşî didomînin.

Gundî ber destê sibê berê xwe didin mêrgên xwe yên di nava çil û çiyan da ji bo ku karê xwe zû xilas bikin rojê 100 lireyî didin paleyekî.

Cemal Aydemirê li Duzmeydana Jorê ya gundê Taşliçayê dijî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê erdê wan berpal û berwar e ji ber vê 6-7 kes tên ba hev, dibin kom û di rojê da mêrga yekî diçinin.

Aydemir got bi kêfxweşî tirpanê dikişînin û wiha pê da çû:

"Kişandina tirpanê gelekî xweş e. Dema giha were ber devê tirpanê karê me gelekî xweş û hêsan dibe. Tirpan ji kal û bavan ji me ra maye. Wekîmayîn kişandina tirpanê spor e jî. Dema tirpanê dikişînin hemû bedena me dixebite. Heke tirpan nebe ev dera nayê çinîn, bîçer nakeve vê derê. Kal û bavên me jî bi tirpanê giha diçinîn. Bîçer vê derê biçine jî em ê dîsa bi tirpanê têkevin mêrgê û biçinin."

Abdurahman Guneşê welatî jî got aliyê gundiyan dikin ku mêrgên xwe biçinin û ew ê paşê jî dest bi eraziyê xwe bike.

"Guneş got ji ber ku li gor par îsal şilî hindik barî û giha jî kêm e û wiha axivî: "Me tirpan ji destê kal û bavê xwe hilda û em ê dewrî zarên xwe bikin. Ji kesên zana ra kişandina tirpanê zor nîne. 40 sal e ez bi kêfxweşî tirpanê dikişînim. Salên ku giha zêde be em bi qasî 2 mehan gihê diçinin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.