Bi germbûna hewayê ra cemeda li ser ava Gola Lavaşê heliya
Kars
Li Arpaçaya navçeya Qersê bi germbûna hewayê ra cemeda li ser ava Gola Lavaşê heliya û çûkên koçber berê xwe dan herêmê.
Bi germbûna hewayê ra ava gol û çem û çavkaniyên ku cemed girtibûn ber bere dihelin.
Piştî ku hewa germ bû û bihar hat, ava Gola Lavaşê ku bi qaşî 4 mehan diqerise, heliya û çûkên koçber berê xwe dan herêmê.
Bi biharê ra piştî berf heliya ava çam û çavkaniyên li herêmê jî zêde bû.