Jiyan

Bi banûkiyê 40 sal e di dêst da ye zinaran dişkêne

Şener Toktaş  | 02.07.2022 - Rojanekırın : 04.07.2022
Bi banûkiyê 40 sal e di dêst da ye zinaran dişkêne

Bitlis

 Li Xelata navçeya Bidlîsê Recep Gurguzê 60 salî yê ku di ocaxa keviran da dixebite, 40 sal e bi banûkiyê ku di dêst da ye lê dixe, zinaran şeq dike û dişkêne.

Kevirê Xelatê yê ku melzemeyê sereke yê berhemên li deverê ye, bi taybetiya xwe ya ku havînê hênik, zivistanê jî germ e va tê tercihkirin. Kevirê Xelatê her wisa ji bo gelek şêniyên navçeyê jî dibe deriyê debarê.

Karkerên ocaxên keviran ên li ciyên bilind, bi qasî miqdara kevirên ku derdixin, heq distînin û pê debara malbata xwe dikin.

Gurguzê 60 salî yê di ocaxa li Taxa Kirklarê da dixebite jî ji 20 saliye xwe û vir va lom, tevir, bizmar, mûç û banûkiyê 4 kîlo diemilîne û bi rêbaza edetî va keviran dişkêne.

Gurguzê ku bavê wî jî 60 salan hostetiya keviran kiriye, li cem bavê xwe dest bi karê şikênandina keviran kiriye.

Gurguzê ku emrê xwe bi xebata li ocaxa keviran derbas kiriye, digel salên xwe yên zêde rojê 12 saetan dixebite û debara malbata xwe dike.

Gurguz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, bi karkeriya xwe ya keviran a 40 salî va wî 4 zarok mezin kirin, dan ber xwendinê û zewicandin.

Gurguz bal kişand ku ew nanê xwe ji keviran derdixe û wiha dewam kir, "Ez sibehê zû di saet 05.00an da têm vir, em û heval em taştêya xwe dixwin û em dest bi xebatê dikin. Karekî giran e lê meriv neçar e bixebite. Ez debara mala xwe bi vî karî dikim. Alternatîfeke me ye din tuneye."

Gurguz diyar kir, di derxistina keviran da lomê ku diemilîne 2,5 kîlogram, banûkî jî 4 kîlogram giran in û wiha got, "Karekî giran e. Bêyî emilandina tu makîne û ekîpmaneke teknolojîk va em keviran bi hêza zend û bendan derdixin. Em ji sibê heya êvarê li bin tava tûj bi banûkiyan va keviran derdixin û dişkênin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.