İbrahim Atmaca
03 Mijdar 2019•Rojanekirin: 05 Mijdar 2019
Berfê Sariqamîşa navçeya Qersê ku 2 hezar û 200 raqim bilind e, xemiland.
Çiyayên Allahuekberê ku 3 hezar û 180 raqim bilind in û Çiyayên Agbabayê ku 2 hezar û 600 raqim bilind in û çarheqalên navçeyê dorpêç kirine, di binê berfê da man. Li daristanên sariçamê darên ku êdî belgên xwe diweşînin jî bi berfê ra dîmenên xweş derxistin meydanê.
Li navçeyê bi şev germa hewayê di binê sifirê da heta 10 pileyî ket û berf barî.
Ji welatiyan Sînem Ezgî ji bo ku kûçikê wê necemide anî ji qumaşê polar êlengek lê kir.
Ezgiyê got ku hewa ji nişka va sar bû û diyar kir, kûçikê wê yê bi navê "Hera"yê hînî sermayê bûye, lê ji ber ku hewa nişka va sar bû û seba kûçikê wê necemide wê anî êleng lê kir.