Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
15 Mijdar 2025•Rojanekirin: 16 Mijdar 2025
Li deverên bilind yên Qersê berf barî.
Li navçeya Sariqamîşê di saetên sibehê da baran barî û û li deverên bilind jî berfê lê kir.
Li Geliyê Xandereyê ku 15 kîlometre dûrî navçeyê ye û li bilindahiya 2 hezar û 368 metreyan e, qalindahiya berfê gihîşt 5 santîmetreyan. Berfê rûyê daristanên çamên Sariçamê û nebatan girt.
Berfê bandor li gundên bilind yên navçeya Sûsizê jî kir û her der sipî bû.
Li gundê Akdereyê ya Qersê hin welatiyan heywanên xwe di nav berfê da çêrandin.