Jiyan

Bajarê ku bihar mehekê dereng tê gundên wê: Îdir

Hunermendê wêneyan Mert Ekmekçî: "Em bi hevalên xwe ra hatin vê derê ku wêneyan bikşînin. Me wêneya deverên pir xweş kişandin. Li deştê hewa pir germ e, li van deran jî sar e û me montên xwe li xwe kir"

İbrahim Atmaca  | 27.05.2020 - Rojanekırın : 02.06.2020
Bajarê ku bihar mehekê dereng tê gundên wê: Îdir Hüseyin Yıldız - Anadolu Ajansı

Iğdır

 Îdir her çend li Herêma Rojhilatê Anadoluyê be jî ji ber ku di cihekî kort da ye, ji bajarên herî germ yek e, lê gundên wê ji ber ku li gor navenda bajêr li deverên bilind hatine ava kirin, bihar mehekê dereng tê.

Li Îdirê van rojan germa hewayê dertê nêzî 35 pileyan, lê gundên wê yên çiyayî hê berf heye.

Ji asta behrê bilindahiya navenda bajêr nêzî 800 raqimî ye û ji ber bajêr di kortê da hatiye avakirin jî hewa pir germ dibe, lê gundên wê jî bihar nû xwe dide hîskirin.

Bi taybetî li gundên ku bilindahiya wan ji 2 hezar raqimî zêdetir e, gulên daran nû vebûn, siruşt bi rengên biharê xemilî. Li gundên bilindtir jî helîna berfê dest pê kir. Bi helîna berfê ra av herikî û çêre hêşîn bû.

Bajarê ku bihar mehekê dereng tê gundên wê: Îdir

Li gundan nêzî mehekê piştî navenda bajêr bihar tê û dîmenên xweş derketin holê.

Ji Zanîngeha Îdirê Dibistana Bilind a Pîşeyên Zanistên Teknîkî Endama Hîndekariyê Dr. Belkis Muca Yîgîta ku li herêmê ser cisnên nebatan lêkolînê dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li deverên çiyayî yên Îdirê bi rengên biharê xemilî.

Yîgîtê got ku li deverên bilind hê berf heye û berfa wan derana dereng dihele.

Hunermendê wêneyan Mert Ekmekçî jî ji bo li gundê Canderwîşê ku li ser navçeya Tuzlucayê ye û 2 hezar û 200 raqim bilind e, wêneyan bikşîne hat herêmê û wiha axivî:

"Em bi hevalên xwe ra hatin vê derê ku wêneyan bikşînin. Me wêneya deverên pir xweş kişandin. Li deştê hewa pir germ e, li van deran jî sar e û me montên xwe li xwe kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın