Haydar Şahin
27 Gulan 2020•Rojanekirin: 03 Hezîran 2020
Bektaşa li Kayapinara navçeya navend dijî ya ji zaroktiya xwe vir da resman çêdike Xwendingeha Bilind a Meslekên Zanist Teknîkê ya Zanîngeha Dîcleyê qedand.
Bektaşa li Navenda Perwerdeya Gel a Kayapinarê mamostetiya zimanê îşaretê dike di demên xwe yên vala da bi hunerê ra eleqedar dibe û resman çêdike.
Bektaşê şaneşîna mala xwe vegrande atolyeyê û li vê derê li ser xebatên resm û kalîgrafiyê xebitî.
Bektaş li atolyeya xwe çivîka mihebetê xwedî dike û dema vala dimîne jî li neyê dixe.
Bektaşa ku qet perwerdeya resman nedîtiye xwe pêş xist û bi belgên hişkbûyî resma mekanên dîrokî yên li bajêr çêdike.
- Resma mekanên dîrokî yên li 81 bajarî
Bektaşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li balqona mala bavê xwe atolye çêkir û li wê derê xebatên xwe didomîne.
Bektaşê destnîşan kir ku bi kalîgrafiyê resman çêdike û kêfa wê pê tê, ev demeke jî bi pelgên hişkbûyî resman çêdike.
Bektaşê got ku pelgên hişbûyî kom dike, wan şil dike, dema pelg nerm dibin jî li ser wan bi boyaxê resman xêz dike û wiha pê da çû: "Min perwerdeya vî karî nedît. Wekî ku li ser tabloyê xêz dikim li ser pelgên hişkbûyî xêz dikim. Bertekên baş tên. Li ser belgên hişkbûyî mekanên dîrokî yên bajêr xêz dikim. Di ceribandina ewil da bi ser ketim û min heman tişt domand."
Bektaşê got hetanî nika resma Pireya Dehderî, Mizgefta Hz. Silêman, Mizgefta Mezin û hin mekanên dîrokî xêz kir û wiha pê da çû: "Hedefa min ew e ku mekanên dîrokî yên li 81 bajarî li ser belgan xêz bikim. Dixwazim bi vê rêyê va mekanên dîrokî bidim nasîn. Belg zû hûr dibin. Dibê meriv sebr bike."
Bektaşê diyar kir ku malbata wê piştgiriyê dide wê, dixwaze di pêşerojê da pêşengehê veke.