Jiyan

Li xeta sînor şitlên îsotan datînin

Bi projeya Şaredariya Eqçeqeleya navçeya Şanliurfayê amade kir va jin şitlên bîberan datînin û tevkariyê didin malbatên xwe.

Haydar Şahin  | 27.05.2020 - Rojanekırın : 03.06.2020
Li xeta sînor şitlên îsotan datînin

Şanlıurfa

 Bi projeya Şaredariya Eqçeqeleya navçeya Şanliurfayê amade kir va jin şitlên bîberan datînin û tevkariyê didin malbatên xwe.

Di çarçoveya projeya ji bo îstixdama jinan hat amadekirin da li 250 dolim erdê ji hin saziyan hat temînkirin îsotan diajon.

Di vê çarçoveyê da 100 jinên demsala havînê ji bo karkeriya berwext diçin bajarên din li sînorê Sûriyeyê şitlên bîberan datînin.

Jin ê bîberan hêşin bikin û hetanî têxin îsota pul ew ê pê ra eleqedar bibin û tevkariyê bidin malbatên xwe.

Mehmet Yalçinkayayê Şaredarê Eqçeqeleyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo li navçeyê bêkariyê kêm bikin û îstixdamê zêde bikin projeyan amade dikin.

- "Em li bendê ne ku hezar ton bîberan kom bikin"

Yalçinkaya desnîşan kir ku di encama hevdîtinan da ji hin saziyan 250 dolim erd temîn kirin û 100 jin li wê derê bîberan datînin û wiha pê da çû:

"Îsotên li vê derê tên hildan ew ê bi destê jinan bîbe îsota pul û were firotin. Em li bendê ne ku hezar ton bîberan kom bikin. JInê ji kara vê derê parê hildin. Armanca me ew e ku bêkariyê kêm bikin."

Yalçinkaya got ku dema projeyê çêdikin ji saziyên din piştgiriyê distînin û ji saziyan a sipas kir.

- "Mesrefa xwe ya mektebê derdixim"

Esra Kurtgozuya xwendekara Zanîngeha Ataturk jî ji bo projeyê ji Yalçinkaya ra sipas kir.

Kurtgozuyê got ku hem jin hem jî xwendekar dixebitin û tevkariyê didin malbatên xwe û wiha pê daçû: "Ji mesrefa xwe ya xwendingehê derxim dixebitim. Bi pereyê ji vê derê qezenc dikim va tevkariyê didim malbata xwe. Hem ji bo jinan hem jî ji bo xwendekaran bû karekî baş. Ji kesên keda wan tevlî bûn ra sipas dikim."

Merve Koşç jî got berê wekî karkera berwext diçûn bajarên din bi saya projeyê êdî mecbûr nînin derkevin derva.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın