Jiyan

Karkerê demsalî diçe ku kewên xwe jî bi xwe ra dibe

Karkerê demsalî Muslum Akanê ku ji Şanliurfayê ji bo xebatê diçe bajarên din kewên xwe jî bi xwe ra dibe

Türkan Tosun  | 27.05.2020 - Rojanekırın : 28.05.2020
Karkerê demsalî diçe ku kewên xwe jî bi xwe ra dibe

Bilecik

Muslum Akanê 22 salî yê ku ji Şanliurfayê wek karkerekî demsalî diçe bajarên din bixebite, kewên xwe jî bi xwe ra dibe.

Akanê zewîciye û xwediyê du zarokan e diçe bajarên din ên Tirkiyeyê û di zeviyên findiq, pembû, balîcanê sor, xeyar û titûnê da wek karker dixebite.

Muslum Akan dema diçe karkeriyê kewên xwe yên ku pir jê hez dike jî ji xwe ra dibe.

Akan niha li Soguta navçeya Bîlecikê di serayên sebzeyan da dixebite û wî 45 cure kewên xwe yên ku 2 sal e wek zarokên xwe xwedî dike jî bi xwe ra aniye.

- "Dema ez diçim, ez kewên xwe jî bi xwe ra dibim"

Akan got ew ji bo debara mala xwe bike hatiye Bîlecikê û wiha axivî: "Havînê li ku kar hebe em diçin li wê derê û konê xwe vedigirin. Dema ez diçim, ez kewên xwe jî bi xwe ra dibim. 2 sal e ez herim li ku ez wan jî wek dergûşekî bi xwe ra dibim. Kew min şa dikin, dema ku ez wextê xwe bi wan ra derbas bikim ez hemû tengasiyên xwe ji bîr dikim."

Muslum Akan got bi pêşniyaza hevalên xwe wî dest bi xwedikirina kewan kiriye û wiha dewam kir: "Beriya ku ez herim zeviyê ez êm didim wan û piştî ku ez ji zeviyê dizivirim ez dîsa êm didim wan. Xwedîkirina wan ji bo min ne zehmet e. Dema ez wan xwedî dikim ez rehet dibim, stresa min diçe, westa min namîne. Ez demên xwe yên vala bi wan ra derbas dikim. Dema ew li esman difirin temaşekirina wan, dengê wan û baskên wan kêfxweşiyê dide min. Difirin û paşê dizivirin tên."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın