Jiyan

20 sal e simbêlên xwe mîna roniya çavê xwe diparêzin

Li Hatayê du pismanên hev yên 63 salî simbêlên xwe 20 sal e kin nakin û heta 80 santîmetreyê dirêj kirin

Fatih Gazioğlu  | 17.08.2019 - Rojanekırın : 21.08.2019
20 sal e simbêlên xwe mîna roniya çavê xwe diparêzin

Hatay

Li Hatayê du kesên eqrebayên hev yên 63 salî simbêlên xwe 20 sal e kin nakin û heta 80 santîmetreyê dirêj kirin.

Herdu eqreba li navçeya Arsuzê li taxa Derekuyê dijîn. Ji wan Mehmet Kurtulan bavê 5 zarokan e. Kurtulan 39 sal berê biryar daye simbêla xwe dirêj bike.

Simbêla Mehmet Kurtulan carekê dema xwestiye çay dem bike şewîtiye û carekê jî ji ber emeliyeta dil mecbûr maye û simbêla xwe kur bike.

Mehmet Kurtulan 20 sal berê dîsa dest bi dirêjkirina simbêlê kiriye. Piştî wî Huseyîn Gunduzê kurmetê wî jî simbêla xwe dirêj kiriye.

20 sal e simbêlên xwe mîna roniya çavê xwe diparêzin

HATAY (AA) - Li Hatayê du kesên eqrebayên hev yên 63 salî simbêlên xwe 20 sal e kin nakin û heta 80 santîmetreyê dirêj kirin. ( Burak Milli - Anadolu Agency )

Simbêla herdu eqrebayan îro gihiştiye 80 santîmetreyê. Ji gundan û bajarên derûdorê gelek kes ji bona dîtina simbêlên wan tên taxê û eleqeyeke mezin nîşanî wan didin.

Herdu eqreba hefteyê carekê ji bo simbêlan diçin ser berber. Her roj bi makîneya poran ya zihakirinê şiklî didine simbêlên xwe û piştra jî spreyê bi kar tînin.

- "Gelek kes bi me ra wêneyan dikşînin"

Mehmet Kurtulan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî 40 salan şofêrtî kir û piştra teqawî bû. Kurtulan got ku dirêjkirina simbêlan ji zaroktiyê heta niha xeyalê wî yê herî mezin bû û wiha axivî:

"Demekê ez mecbûr mabûm û min simbêla xwe kur kiribû. Şikur careke din dirêj bûn. Simbêl perçeyekî jiyana min e. Simbêla bavê min yê rehmetî jî dirêj bû. Ji wî ra jî digotin 'pala.' Piştî min simbêl dirêj kir kurmetê min jî xwest dirêj bike. Gelê li vê derê eleqeyeke mezin nîşanî me dide. Gelek kes bi me ra wêneyan dikşînin."

Huseyîn Gunduz jî got ku wî jî xwest şibiya Mehmedê kurxalê xwe simbêla xwe dirêj bike û wiha axivî: "Serê sibê ez radibim û dest bi çêkirina simbêla xwe dikim. Qasî 40 deqîqeyî ez bi simbêla xwe ra mijûl dibim. Ez bi makîneya zihakirina poran şikil didim simbêla xwe û piştra jî spreyê bi kar tînim. Êvarê jî ez dişom û piştra dinivim."





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın