06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku Ajansa Anadoluyê bi tenê li ne Tirkiyeyê, di nav hemû ajansên dinyayê de xwedî cihekî girîng ye.
Serokomar Erdogan bi wesîleya 97emîn salvegera avabûna AAyê ji Serokê Lijneya Rêvebirinê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci re peyameke pîrozbahiyê şand.
Erdogan di peyama xwe da got ku AA di agahdarkirina gel de bi serkeftî wezîfeyeke pîroz dike û wiha axivî:
"Ajansa Anadoluyê îro bi tenê ne li Tirkiyeyê di nav hemû ajansên dinyayê de xwedî cihekî girîng ye. Ajansa Anadoluyê bi nûçeyên bilez, objektîf û rast serkeftina xwe îspat kiriye. Ajansa me ya neteweyî ji bilî saziyeke nûçeyan saziyeke perwerdeyê jî ye. Ez bi vê wesileyê hemû xebatkarên AAyê pîroz dikim û ji hemûyan re slavên xwe yên ji dil û can dişînim."