Herekata Kaniya Aştiyê

Li Til Ebyada ku hat topebarankirin bêdengî heye

Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da duh ji êvarê pê va Til Ebyad hat topebarankirin û serê sibê lê bêdengî heye

10.10.2019 - Rojanekırın : 10.10.2019
Li Til Ebyada ku hat topebarankirin bêdengî heye

Şanlıurfa

 Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da duh ji êvarê pê va Til Ebyad hat topebarankirin û serê sibê lê bêdengî heye.

Artêşa Tirkiyeyê bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê va li bakurê Sûriyeyê dijî rêxistinên terorê YPG/PKK û DEAŞê operasyon da destpêkirin û di çarçoveya operasyonê da heta nîvê şevê kozikên terorê yên Til Ebyad û derdora wê ji aliyê obus û tankan va hatin gulebarankirin û nîvê şevê şûnda gulebarankirin kêm bû.

Di çarçoveya herekatê da yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê heta nîvê şevê ji hin deveran derbasî aliyê Til Ebyadê bûn.

Heta destê sibê li Til Ebyad û derdora wê dengê tu pevçûnan nehat û li navenda navçeyê bêdengî heye.

Beriya ku operasyon dest pê bike mensûbên rêxistinê li kozikên terorê yên nêzî sînor hatin dîtin, lê serê sibê kes di kozikan da nehat dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.