Dinya

Îsraîlê li dijî gelek bajarên Îranê êrîş lidar xist

Ahmet Dursun  | 13.06.2025 - Rojanekırın : 14.06.2025
Îsraîlê li dijî gelek bajarên Îranê êrîş lidar xist

Tahran

Ji Tehrana paytextê Îranê dengê teqînan tê bihîstin.

Ji aliyeki din, Wezîrê Parastina Îsraîlê Yîsrael Katz ragihand ku êrîşî Îranê kirine.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşa berfireh a dijî pergala parastina asîmanî ya Îranê temam kiriye

Îsraîlê li dijî bajarê Tebrîzê dîsan êrîş li dar xist

Serokê Amerîkayê Trump: "Divê Îran beriya ku her tişt ji holê rabe peymanekê çêke"

Tirkiyeyê êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê şermezar kir

Rûsya: Em ji ber girjiya di navbera Îsraîl û Îranê bi fikar in û em vê şermezar dikin

 -Televizyona dewletê ya Îranê: Sererkanê Îranê Muhemed Baqirî di êrîşa Îsraîlê da hat kuştin

Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê da Sererkanê Îranê Muhemed Baqirî canê xwe ji dest da.

Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku li dijî Baqirî êrîş hatiye lidarxistin.

Hat eşkerekirin ku di êrîşê da Sererkanê Îranê Muhemed Baqirî canê xwe ji dest daye.

 - Trump: Heke pêwîst bû emê Îsraîlê biparêzin

Serokê DYAyê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya pêşî ya piştî êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê da anî ziman ku ew hêvîdar in pêvajoya mizakereya nukleerê ya bi Îranê ra bidomînin û got, "Heke pêwîst bû emê Îsraîlê biparêzin."

Trump bi peywendiyeke telefonê daxuyanî da Bret Baier ê pêşkêşvanê qenala Fox Newsê.

Serok Trump wiha got, "Îran nikare bibe xwediyê çeka nukleer û bi hêvî ne vegerin maseya mizakereyê. Emê bibînin. Çend kes hene (kuştî) ku êdî nikarin vegerin posta serektiyê."

Trump destnîşan kir ku ji bo êrîşên Îsraîlê ew li hêviya bersiva Îranê ne û got, "Heke pêwîst bû emê Îsraîlê biparêzin.

 - Serokê Ragihandinê Altun êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê şermezar kir

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun der barê êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê da got, "Ev êrîş cardin nîşanî civaka navneteweyî da ku rêvebiriya komkujker ya Netanyahu ji bo aştiya herêmê dinyayê çiqas talûkeyeke mezin e."

Fahrettîn Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê şermezar kir.

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun di peyama xwe da got, "Em êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê bi tundî şermezar dikin û ji bo dewlet û gelê Îranê jî peyama xwe ya sersaxiyê radigînin."

Altun destnîşan kir ev êrîş cardin nîşanî civaka navneteweyî da ku rêvebiriya komkujker ya Netanyahu ji bo aştiya herêmê dinyayê çiqas talûkeyeke mezin e.

- Serokê Meclisê Kurtulmuş êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê şermezar kir

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş der barê êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê da got, "Em êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê ku hed, hiqûq û sînor nas nake û herêma me û dinyayê diavêje nava agir, bi tundî şermezar dikin."

Kurtulmuş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê şermezar kir.

Serokê Meclisê Kurtulmuş di peyama xwe da got, "Em êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê ku hed, hiqûq û sînor nas nake û herêma me û dinyayê diavêje nava agir, bi tundî şermezar dikin."

Kurtulmuş destnîşan kir eşkere ye ku êrîş wê tenê bi Îranê ra sînordakirî nemîne û wê bêîstiqrariya li herêmê kûrtir bike û dijî aştiya dinyayê jî gef û talûkeyeke mezin be.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın