Dinya

Rûsya: Em ji ber girjiya di navbera Îsraîl û Îranê bi fikar in û em vê şermezar dikin

Dmitri Chirciu  | 13.06.2025 - Rojanekırın : 14.06.2025
Rûsya: Em ji ber girjiya di navbera Îsraîl û Îranê bi fikar in û em vê şermezar dikin

Moskova

 Berdevkê Kremlînê Dimîtry Peskov derbarê êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê got, "Rûsya ji ber girjiya di navbera Îsraîl û Îranê bi tundî hildikişe, bi fikar e û vê şermezar dike."

Peskov li Moskova paytext ji rojnamevanan ra derbarê êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê daxuyanî da.

Peskov anî ziman ku hertimî derbarê girjiya di navbera Îsraîl û Îranê da agahiyê dide Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û got, "Rûsya ji ber girjiya di navbera Îsraîl û Îranê bi tundî hildikişe, bi fikar e û vê şermezar dike."

Berdevk Peskov destnîşan kir ku ewê Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê di demeke nêzîk da bi talîmata Pûtîn, derbarê rewşa dawîn a di navbera Îsraîl û Îranê da daxuyaniyeke bi hûrgilî bide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın