Dinya

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşa berfireh a dijî pergala parastina asîmanî ya Îranê temam kiriye

Enes Canlı, Mustafa Deveci  | 13.06.2025 - Rojanekırın : 14.06.2025
Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşa berfireh a dijî pergala parastina asîmanî ya Îranê temam kiriye

Quds

 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku li Îranê bi dehan radaran rempeyên mûşekan ji bejayê ber bi asîmanan va îmha kirine û ragihand ku êrîşa berfireh a dijî pergala parastina asîmanî ya Îranê temam kiriye.

Îsraîlê bi tundî êrîşî ser Îranê kir

Li gorî daxuyaniya berdevkiya artêşa Îsraîlê balafirên şer di encama agahiyên ku ji yekeyê îstixbaratê bi dest xistine, êrîşa berfireh a dijî pergala parastina asîmanî ya Îranê temam kiriye.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku li Îranê bi dehan radaran rempeyên mûşekan ji bejayê ber bi asîmanan va îmha kirine û got ku "ewê Îsraîl azadiya xwe ya çalakiyê ya di qada asîmanî ya Îranê da zêde bike.

Ji aliyekî din va rayedarên Îsraîlî yên ku navên wan nehat eşkerekirin û ji çapemeniya xwecihî ra axivîn îdia kirin ku zirareke mezin dane Tesîsa Nukleerê ya Natanzê ya li eyaleta Isfehanê.

Televizyona dewletê ya Îranê ragihandibû ku Îsraîlê li Tesîsa Nukleerê ya Natanzê ya li eyaleta Isfehanê xistiye.

Îsraîlê destê sibehê li dijî Tehrana paytexta Îranê û bajarên Tebrîz, Tesîsa Nukleerê ya Natanzê ya li Isfehanê û eyaletên Loristan û Kirmaşanê êrîş li dar xistibûn.

Di êrîşan da Sererkanê Îranê Tumgeneral Muhemmed Baqirî, Fermandarî Giştî yê Pasdarên Îranê Tumgeneral Huseyn Selamî û rayedarên ast bilind ên eskerî digel 6 zanyarên nukleerê canê xwe ji dest dabûn.

 - Wezareta Parastinê ya Îsraîlê îdia kir ku fermandarên ast bilind ên Îranê li baregehê kirine armanc


Wezareta Parastinê ya Îsraîlê îdia kir ku gelek ji wan fermandarên ast bilind ên artêşa Pasdaran a Îranê li baregehê dema di civînê da bûn, kirine armanc.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastina Îsraîlê da hat destnîşankirin ku Wezîrê Parastinê Yisrael Katz ji bo êrîşan hatiye agahdarkirin.

Hat ragihandin ku Katz digel Sererkan Eyal Zamîr, Dîrektorê Mossadê Davîd Barbea û rayedarên din ên ast biilnd ên Îsraîlê nirxandina rewşê kiriye.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku rayedarên ewlekariyê hatine agahdarkirin ku fermandarên ast bilind ên Hêza Asîmanî ya Artêişa Pasdaran a Îranê di baregeheke binê erdê da hatine hedefgirtin.

- Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku mûşekên balîstik ên ji beja bo bejayê yên Îranê îmha kirine

Hat ragihandin ku di encama êrîşên destê sibehê yên artêşa Îsraîlê da mûşekên balîstik ên ji beja bo bejayê yên Îranê ku "tê îdakirin ewê di êrîşên dijî Îsraîlê da bihatana bikaranîn" hatine hedefgirtin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat destnîşankirin ku mûşekên balîstik ên ji beja bo bejayê yên Îranê hatine îmhakirin.

Artêşê dîmenên êrîşên ku ji bo îmhakirina mûşekên navborî û çekên din li dar xistin, jî servîs kir.

- Îsraîlê li dijî gelek bajarên Îranê êrîş lidar xist

Îsraîlê destê sibehê li dijî Tehrana paytexta Îranê û bajarên Tebrîz, Tesîsa Nukleerê ya Natanzê ya li Isfehanê û eyaletên Loristan û Kirmaşanê êrîş li dar xistibûn.

Di êrîşan da Sererkanê Îranê Tumgeneral Muhemmed Baqirî, Fermandarî Giştî yê Pasdarên Îranê Tumgeneral Huseyn Selamî û rayedarên ast bilind ên eskerî digel 6 zanyarên nukleerê canê xwe ji dest dabûn.

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Tehranê da cihên nîştecihê yên sivîl jî derb xwarin û gelek sivîlan canê xwe ji dest da.

 

- Îsraîlê îdia kir ku Emîr Elî Hacîzadeyê ku yek Fermandarê Artêşa Pasdaran e jî hatiye kuştin

Îsraîlê îdia kir ku di encama êrîşên xwe yên kı li dijî Îranê li dar xist, Fermandarê Hêza Fezayê yê Artêşa Pasdaran Emîr Elî Hacîzade jî hatiye kuştin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat îdakirin ku digel Hacîzade gelek fermandarên din ên Pasdarên Îranê dema li baregehê di civînê da bûn, hatine hedefgirtin.

Di daxuyaniyê da herwiha hat îdakirin ku fermandarên navborî di civînê da gotûbêj li ser darxistina êrîşa li dijî Îsraîlê dikiirin.

Televizyona dewletê ya Îranê jî kuştina Fermandarê Hêza Fezayê yê Artêşa Pasdaran Emîr Elî Hacîzade teyîd kir.

Hat îdiakirin ku ew navên ku Îsraîlê ew hedef girtin, plana êrîşa li dijî tesîsên neftê yên Erebistana Siûdiyê ya di îlona 2019an da hat kirin, jî danîbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın