Dinya

Serokê Amerîkayê Trump: "Divê Îran beriya ku her tişt ji holê rabe peymanekê çêke"

Damla Delialioğlu, Ayşe İrem Çakır  | 13.06.2025 - Rojanekırın : 15.06.2025
Serokê Amerîkayê Trump: "Divê Îran beriya ku her tişt ji holê rabe peymanekê çêke"

Ankara

 Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku Îsraîlê dijî Îranê êrîş da destpêkirin, diyar kir divê Îran beriya ku her tişt ji holê rabe peymanekê çêke.

Trump der barê regaşiya di navbera Îran û Îsraîlê da li ser hesabê xwe yê Truth Socîalê daxuyanî da.

Serokê Amerîkayê Trump diyar kir divê Îran beriya ku her tişt ji holê rabe peymanekê çêke û tiştê ku zemanekî weke Împaratoriya Îranê dihat zanîn rizgar bike.

Trump destnîşan kir li Îranê jixwe mirin û wêraniyeke mezin qewimî, lê ji bo ev qetlîam biqede hê dem heye; lewra êrîşên tên plankirin wê hê dijwartir bin.

- Îsraîlê li dijî gelek bajarên Îranê êrîş lidar xist

Îsraîlê destê sibehê li dijî Tehrana paytexta Îranê û bajarên Tebrîz, Tesîsa Nukleerê ya Natanzê ya li Isfehanê û eyaletên Loristan û Kirmaşanê êrîş li dar xistibûn.

Di êrîşan da Sererkanê Îranê Tumgeneral Muhemmed Baqirî, Fermandarî Giştî yê Pasdarên Îranê Tumgeneral Huseyn Selamî û rayedarên ast bilind ên eskerî digel 6 zanyarên nukleerê canê xwe ji dest dabûn.

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Tehranê da cihên nîştecihê yên sivîl jî derb xwarin û di nava wan da jin û zarok gelek sivîlan canê xwe ji dest da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.