Haydar Şahin
22 Tebax 2019•Rojanekirin: 22 Tebax 2019
Teyareyên şer ên Îsraîlê ji hewayê êrîşî ciyekî eskerî yê Hemasê yê li Xezeyê kir.
Avichay Adraeeyê Berdevkê Atêşa Îsraîlê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku ji hewayê êrîşî ciyekî eskerî yê Hemasê yê li bakurê xeta perava Xezeyê kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku duh êvarê ji Xezeyê roket avêtin Îsraîlê û wan jî wekî bersiv êrîşî Xezeyê kirin.
Li gor agahiyên ji şahidên bûyerê hatin sitandin, teyareyên Îsaraîlê ji hewayê êrîşî ciyekî eskerî yê Lîwaya Îzedîn Qesam a şaxa eskerî ya Hemasê ya li bakurê xeta perava Xezeyê kirin.
Çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînê hê agahî nedan ku gelo tiştek bi tu kesî hat an nehat.