Li Endonezyayê 258 mehkûman firar kir
Li Papuaya Rojava ku dikeve rojhilatê Endonezyayê, dema ku protesto hatin kirin, agir berdan hepsê û ji hepsê herî kêm 258 mehkûm revîn
Jakarta Raya
Hat ragihandin ku li Papuaya Rojava ku dikeve rojhilatê Endonezyayê, dema ku protesto hatin kirin, agir berdan hepsê û ji hepsê herî kêm 258 mehkûm revîn.
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, di protestoyên eyaletê da li herêma Sorongê agir berdan hepseke ku 547 kes tê da bûn. Di hepsê da alozî derket û dîwarê hepsê şikest, herî kêm 258 mehkûman firar kir.
Di aloziyê da hin hêzên ewlehiyê yên hepsê birîndar bûn, piştî bûyerê malbatên 5 mehkûman mehkûm teslîm kirin û xebatên lêgerîna mehkûmên din didome.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.