Dinya

Hindistanê 125 hezar esker şand herêma Cammu Keşmîrê

Wezareta Karên Derva ya Bangladaşê:"Meseleya Cammu Keşmîrê pirsgirêka navxweyî ya Hindistanê ye."

Fatih Gazioğlu  | 21.08.2019 - Rojanekırın : 22.08.2019
Hindistanê 125 hezar esker şand herêma Cammu Keşmîrê

Ankara

Li gor nûçeya ku malpera The Newsê, Hikûmeta Hindistanê 125 hezar eskerên din jî şandin herêma Cammu Keşmîrê. 

Çavkaniyê eskerî yê ku nexwest navê xwe bide got ku li Cammu Keşmîrê qederê 500 hezar esker hene.

- Mekteb vebûn, pol vala man

Ji hêla din va, li gor daxuyaniya Hikûmeta Hindistanê li Sîranagara paytextê herêma Cammu Keşmîrê li 200 mekteban dest bi perwerdeyê kir. Lê li gor agahiyan xwendekar neçûn mekteban û pol vala man.

Li gor agahiyan malbatan li herêmê dijîn ji ber rîska xetereya ku dibe agahiyê ji zarokên xwe hilnedin û ji bo tedbîrê nexwestin zarokên xwe bişînin.

Ji herêma Cammu Keşmîrê Gulzar Ehmed got ku li herêm gelek zarok jê hêla milîsên Hindû va tên binçavkirin û wiha got: "Di bûyeran da gelek zarok birîndar bûn. Bila zarokên me li mal bin. Em nikarin vê rîskê hildin."

- "Meseleya Cammu Keşmîrê pirsgirêka navxweyî ya Hindistanê ye"

Wezareta Karên Derva ya Bangladaşê daxuyand ku meseleya Cammu Keşmîrê pirsgirêka navxweyî ya Hindistanê ye.

Wezîrê Karên Derva yê Bangladaşê A.K Abdul Momen û Wezîrê Karên Derva yê Hindistanê Subrahmanyam Jaîshankar duh hatibûn bal hev.

- Statuya Cammu Keşmîrê ya taybet hatibû rakirin

Hindistanê 5ê Tebaxê benda 370emîn ya Destûra Bingehîn betal kiribû û statuya taybet ya Cammu Keşmîrê ji holê rakiribû. Pakistanê biryara Hindistanê şermezar kiribû, têkiliyên xwe yên diplomatîk yên bi Hindistanê ra kêm kiribû.
















































































Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın