Haydar Şahin
28 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
QUDIS
Gadî Eîsenkotê Sererkanê Îsraîlê diyar kir ku welatê wan êrîşên xwe yên li Sûriyeyê dîsa dan destpêkirin.
Eîsenkot di daxuyaniya dabû rojnameya "The Jerusalem Post"ê da destnîşan kir ku piştî ku meha borî li Sûriyeyê teyareyeke şer a Îsraîlê hat daxistin dest pê kirin dîsa herêmên Sûriyeyê dixin hedef.
Wekî mayîn Eîsenkot got ku Îran cesaret nake ku nêzî sînorê aliyê Îsraîlê yê Girên Golanê bibe, hêza fuzeyê ya Hîzbullahê jî tune ku êrîşî hin hedefên li Îsraîlê bike.
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku meha borî teyareyên şer ên Îsraîlê êrîşî "hedefên Îranê" kirin û F-16ek bi guleya balafirşikênê hat daxistin.
- Destûra bikaranîna fîşengên rastî
Eîsenkot wekî mayîn soz da ku hetanî dawiya salê ew ê dîwarê li dora Xeta Xezeyê temam bikin, heke welatiyên Filistînê di çalakiya li herêma sînor bikin da êrîşî binesaziya Îsraîlê bikin jî ew ê destûra bikaranîna fîşengên rastî bidin artêşê.
Eîsenkot got ku ew ê barîyeran qeyîn bikin, ji bo ku pêşî lê bibirn derbasî aliyê Îsraîlê nebin jî leşkeran li herêmê bi cî bikin û wiha axivî: "Destûr hat dayîn heke kesek hewl bide ku êrîşî binesaziya hêzên ewlekariyê bike fîşengên rastî werin bikaranîn."