28 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
HESEKE/ANKARA
Li qada di dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê da bi hewlên Amerîkayê koma Partiya Pêşeroja Sûriyeyê ya ku Ereb jî di nav da tên nîşandan hat avakirin.
Li gor agahiyên ku AAyê ji çavkaniyê ewledar ên li Hesekeyê sitand, Amerîkayê bi kongreyeke ku duh li Hesekeya di dagiriya YPG/PKKyê da li dar xist va gav avêt ku qaşo partiya siyasî ya bi navê Pêşeroja Sûriyeyê were avakirin.
Rayedarên artêş, îstixbarat û karên derva yên Amerîkayê di ziyaretên van hefteyên dawîn da yên bi YPG/PKKyê ra li ser avakirina komeke teze sekinîn.
Îbrahîm Kaftanê endamê beriya şerê navxweyî yê teşkîlata Minbicê ya Partiya Baasê xistin serokê "partiyê".
Piştî ku YPG/PKKyê Minbic dagir kiribû Kaftan wekî serokê meclisa herêmî hatibû wezîfedarkirin.
Ji bo sekreteriya giştî ya komê jî Hefrîn Xelefê ku di sala 2016an da tevlî YPG/PYDyê bibû hat hilbijartin. Xelef serokê komisyona aboriyê ya kantona Cizîrê yê rêxistinê bû.
Ziyareta heyeta Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ya di seroktiya Max Martîn da û ya koma di seroktiya General Paul Funk da bibûn xeber.
Heather Nauerta ji berdevkên Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê li ser pirseke der barê koma teze da gotibû "Ji bo çareserkirina rewşa nebaş a li welêt em dikarin piştgiriyê bidin partiyeke li gor biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tev digere."
Li ser pirseke ku digot "Gelo Partiya Pêşerojê parçeyekê PYDyê ye?" jî Nauertayê gotibû "Qasî min fehm kir ev partiyeke pirnetewe ye û merivên li herêmê dijîn temsîl dike.
- Navend bakurê Sûriyeyê
Lijneya rêveberiyê ya Pêşeroja Sûriyeyê ji 81 kesî pêk tê, di lijneyê da endamên ji Dêrazorê, Reqa, Kobanê, Til Ebyad, Minbic, Efrîn û Şehbayê û hin endamên ji Îdlib û Helebê jî cî digrin.
Rêxistinê ji Efrîna ku jê vekişiya jî ji bo kongereyê endam nîşan da û vê jî bal kişand.
Li gor saziyên ku YPG/PKKyê berê ava kiribûn di Pêşeroja Sûriyeyê da sîstema hevseroktiyê tune.
- Sînyala mizakerekirina bi rejimê ra
Tiştekî balkêş jî afîşa ku duh di kongreyê da hatibû bikaranîn bû, li ser pankartan dirûşmeyên "pirrengî û ademî merkeziyetî" hatibûn nivîsandin.
Çavkaniyên herêmî dirûşme nirxandin û gotin wekî ku YPG/PKKyê daxwaza xwe ya federasyonê paşda avêtiye û xwe amade dike ku bi rejima Esed ra dest bi mizakereyan bike.
Ligel vê hat dîtin ku endamên lijneya rêveberiyê bi tenê ji bakurê Sûriyeyê ya ku di hedefa YPG/PKKyê da ye hatine hilbijartin.