Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 72 hezar û 136an
Gazze
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 72 hezar û 136an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê encamên êrîşên Îsraîlê yên ku ji Cotmeha 2023yan vir va dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştiyan parve kirin.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî da cinazeyekî ku ji binê kavilan hat derxistin û 9 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber astengkirinên artêşa Îsraîlê xebata ekîban derengî dikeve û wiha hat gotin, "Ji ber ku ekîb nikarin midaxele bikin, hê di binê kavilan da û li ser kuçeyan gelek qurbanî hene."
Ji 10ê Cotmeha 2025an roja ku agirbest ketiye rewacê û heta niha di êrîşan da 651 kes hatin kuştin, 1741 kes birîndar bûn. Ji binê kavilan cinazeyên 756 kesan hatin derxistin.
Di êrîşên ku Îsraîlê ji Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jî jimara kuştiyan derket 72 hezar û 136an, jimara birîndaran jî derket 171 hezar û 839an.
