Dinya

Waliyê Hewlêrê Xoşnav: "Îşev dijî bajarê Hewlêrê 17 êrîş hatin kirin"

Haydar Şahin  | 12.03.2026 - Rojanekırın : 12.03.2026
Waliyê Hewlêrê Xoşnav: "Îşev dijî bajarê Hewlêrê 17 êrîş hatin kirin"

Arbil

 Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav ragihand, îşev dijî bajarê Hewlêrê 17 êrîş hatin kirin, di êrîşan da kes nemir û birîndar tune ne.

Walî Xoşnav, derbarê êrîşan da daxuyanî da çapemeniya herêmî.

Xoşnav ragihand, "Îşev dijî bajarê Hewlêrê 17 êrîş hatin kirin. Hemî êrîşên bi dronê hatin berterefkirin û di êrîşan da kes nemir. Tenê xisara madî çêbû."

Ji aliyê din va hat ragihandin, piştî êrîşa bi drona kamîkaze ya dijî Balafirgeha Hewlêrê, şewat derket.

Herwiha, di êrîşeke esmanî da, pergala parastina esmanî drona kamîkazê xistibû, perçeyên wê ketibûn ser banê Avahiya Konferansê ya Saad Abdullah ku li navenda bajêr e û herwiha Lijneya Wezîran a Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê civînên xwe lê lidardixe. Hat ragihandin ku li vir jî şewat çêbûbû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.