Di daxuyaniya Tuxayên Îzedîn el-Qasam ên hêza leşkerî ya Hamasê de hat eşkerekirin ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî bajarê Refahê de 7 mensûbên wan mirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Kudra di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku di êrîşa firokeya bê mirov ya Îsraîlê de 2 kes mirin û cinazeyên wan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Ebû Yûsif en-Necarê.
Kudra diyar kir ku di êrîşê de 5 kes jî birîndar bûn.
Ji hêla din, hat diyarkirin ku di pevçûna ku li bajarên Tulkerm û el-Xelîlê yên Şeriaya Rojavayê de di navbera filistînî û leşkerên Îsraîlê de qewimî de 7 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku nûçegihanê AAyê ji şahidan wergirt, di protestoya kuştina Mihemed Huseyîn Ebû Xudayrê 17 salî de di navbera leşkerên Îsraîlê û filistiniyan de pevçûn derket û di pevçûnan de leşkerên Îsralê guleyên rasteqîn, yên plastîk û xaza ku çavên mirov dişewitîne bikaranî û di encamê de 7 kes birîndar bûn.