Dinya

Îsraîlê daxuyand ku firokeya wan a bêfirokevan li Libnanê ket

Artêşa Îsraîlê ew yek piştrast kir ku firokeyeke bêfirokevan a wan li Libnanê ket xwarê, lê der heqê wê yekê da agahî neda ka wesayîta asîmanî ya navborî çima ket xwarê

Önder Beyter  | 09.09.2019 - Rojanekırın : 09.09.2019
Îsraîlê daxuyand ku firokeya wan a bêfirokevan li Libnanê ket

Quds

Artêşa Îsraîlê ew yek piştrast kir ku firokeya bêfirokevan a wan li Libnanê ket xwarê.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji berdevkiya artêşa Îsraîlê wergirt, duh firokeyeke bêfirokevan a Îsraîlê li bakurê welêt dema li ser peywira rûtîn bû, ket aliyê Libnanê.

Hat destnîşankirin, ji firokeya bêfirokevan a ketî, zanyarî neket destê aliyê din, lêbelê der heqê wê yekê da agahî neda ka wesayîta asîmanî ya navborî çima ket xwarê.

Di daxuyaniya berê ya rêxistina Hizbullahê da hatibû ragihandin ku li başûrê Libnanê firokeyeke bêfirokevan a Îsraîlê ku sînorê asîmanî yê welêt binpê kir, bi destê mensûbên rêxistinê hat xistin.

- Rageşiya Îsraîl-Hizbullahê

Di navbera Îsraîl û Hizbullahê da ev demek e rageşiya firokeyên bêfirokevan rû dide.

Li banliyoya başûr a Beyrûda paytext ku wekî keleha rêxistina Hizbullahê tê zanîn, 25ê tebaxê nîvê şevê 2 firokeyên bêfirokevan ên Îsraîlê ketibûn xwarê.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah bal kişandibû ku firokeyên bêfirokevan ên navborî bi destê wan nehatin xistin, lêbelê gefa wê yekê xwaribû ku ji niha pê da ew ê hewil bidin ku firokeyên bêfirokevan ên Îsraîlê yên ku têkevin qada asîmanî ya Libnanê, bixin xwarê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.