Türkan Tosun
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
QUDS
Hat ragihandin artêşa Îsraîlê piştî bûyerên li ser sînorê Xezeyê ku bû sedema şehîdketina 17 Filistîniyan û bertekan wê li hember çalakvanan dîsa tund tevbigere.
Di nûçeya rojnameya Haaretzê ya ku wek çavkanî efserên payebilind nîşan dide de wiha hat diyarkirin: "Wek roja înê emê li hember çalakvanên li Xezeyê mudaxaleya xwe bidomînin."
Rayedarên eskerî yên ji rojnameyê ra axivîn gotin li ser xeta sînor ewê eskerên nîşanger bi cih bikin û wezîfeya wan wê neguhere.
Efseran daxuyand wezîfeya ewil a eskeran ew e ku nehêlin çalakvan nêzîkî telên li ser sînor bibin û ji bo sivîlên ku zirara wan ji artêşê ra tune lê hatine kuştin wê lêpirsîn bê destpêkirin.
Filistînî ji rona înê vir va di çarçoveya salvegera 42emîn a Roja Axê de li ser sînorê Xezeyê çalakiyan dikin.
Eskerên Îsraîlê ji roja ewil vir ve mudaxaleya çalakvanan dikin. Di mudaxaleyê de 17 Filistînî şehîd ketin, bi sedan kes jî birîndar bûn.