Türkan Tosun
01 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
KILÎS
YPG/PKKya rêxistina terorê ji ber ku destûr nedida sivîl ji Efrînê derkevin, zarokekî bi navê Elî Ehmed ê ku ev du sal û nîv e nexweş bû bi saya doxtorên Tirk ên çûn herêmê hat tedawîkirin.
Li Efrîna ku bi saya Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) ji dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin, jiyan hêdî hêdî normal dibe.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), Weqfa Diyanetê, Hîva Sor a Tirkî û saziyên civakî yên sivîl li herêmê alîkariyan belav dikin, hewl didin birînên sivîlan derman bikin.
Zarokekî bi navê Elî Ehmed (4,5) ê ku ev du sal û nîv e nexweş bû bi saya doxtorên Tirk wê tedawî bibe.
Rayedaran zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
- "Me her tim ji bo eskerên Tirk dia kir"
Dayik Ayşe Mihemed ji nûçegihanê AAyê ra got ji ber ku YPG/PKKya rêxistina terorê destûr nedida sivîl ji Efrînê derkevin, derfeta wan tunebu ku ew zaroka xwe bide tedawîkirin.
Mihemed got zarok du sal û nîv berê nexweş ketiye, lê destûr nehatiye dayîn ku ew bibin Heleb û Ezazê û wiha dewam kir: "Hêviya min nemabû, lê eskerên Tirk kete Efrînê. Doxtor anîn. Doxtoran ew rasterast anîn nexweşxaneyê. Li Tirkiyeyê baş li me mêze dikin. Dema em hîn bûn ku eskerê Tirkiyeyê wê bikeve Efrînê em pir kêfxweş bûn. Me her tim ji bo eskerên Tirk dia kir."
- Rewşa wî ber bi başiyê va diçe
Pisporê Tenduristiya Zarokan û Nexweşiyan ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê Dr. Saltuk Bugra Boke got dema zarok gihîşte nexweşxaneyê rewşa wî nebaş bû lê her ku diçe rewşa wî baş dibe.
Boke got ji ber ku zarok demek dirêj nehatiye tedawîkirin di pişika wî de pirsgirêk çêbûye, lê li git roja ku hatiye baş e, ewê hê baştir bibe.