Mohamad Majed Mustafa Haboush,Ekrem Biçeroğlu
21 Sibat 2024•Rojanekirin: 22 Sibat 2024
Li bakurê Xeta Xezeyê bi dehan zarokên Filistînî, êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va didomin û xelaya xwarin û xurek a ji ber dagiriyê protesto kirin.
Zarokên li ser kuçe û kolanan kom bûn, pankartên bi nivîsên "Nan bû xewna min", "Birçîbûn kafir e" û "Em xwarinê dixwazin" vekirin.
Zarokên piçûk bi kevçiyan li qoşxaneyên vala yên di destê xwe da xistin û durişmên şermezarkirina êrîşên dijî Xezeyê berz kirin.
Ayat Aşûrê 10 salî yê ji zarokên beşdarên çalakiyê, daxuyanî da peyamnêrê AAyê û wiha got, "Em ji birçîna dimirin. Tiştekî xwarinê tuneye. Em êdî kevokan dixwin."
Aşûr bal kişand ku xwarin û xurek biha bûne û pêdiviya wan bi alîkariyê heye û wiha got, "Însanên li bakurê Xeta Xezeyê nan û av û her wiha zarok jî şîr nabînin."
Aşûr her wisa bangî welatên Ereban jî kir ku piştevaniya gelê Filistînê yê li Xeta Xezeyê bikin û rê li xelaya bi ser wan da hatiye bigirin."
Omer el-Şembarî jî diyar kir ku ew daketin ser kuçe û kolanan da ku ji dinyayê ra ragihînin ku ew jî wekî zarokên din nan û avê dixwazin.
Zarokê Filistînî yê 14 salî wiha axivî, "Em rojê danekî nan dixwin. Av û ava firingiyan têra me nake. Êdî ji xwarina alifê heywanan a ceh û gilgilê hişk em kerixîn. Welatên Ereban û dinya divê li cem me be."