Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê zarokên xwe dixwazin

Aziz Aslan  | 01.12.2023 - Rojanekırın : 02.12.2023
Dayikên Diyarbekirê zarokên xwe dixwazin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiyê bajêr yê HDPyê çalakiya rûniştinê didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin ku ew di roja 1552yan da jî nobeta xwe didomînin.

Dayikên ku wêneyên zarokên wan di destên wan da ne li ber HDPyê rûdinên.

Aydan Arslana ji bo ewladê xwe çalakiyê dike got ew 8 sal e hesreta ewladê xwe dikşîne wiha axivî: "Heta ez ewladê xwe hilnedim ez ji vir neçim. Ez ewladê xwe ji HDPyê dixwazim. Çi heqê wan heye ku dayikan didin girî."

Arslanê bangî kurê xwe kir ku ew teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Fadîme Aksuya ji bo kurê xwe yê 10 sal e jê xeberê hilnade çalakiyê didomîne jî wiha got: "Ez ji HDP û PKKyê ewladê xwe dixwazim. Me zarokên xwe ji bo wan mezin nekir."

Aksuyê got heta ku ew bigihêje ewladê xwe ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın