Dinya

Îsraîl: Lîsteya dîlên ku Hemas wê îro wan berde gihîşt ber destê me

Mustafa Deveci  | 30.11.2023 - Rojanekırın : 30.11.2023
Îsraîl: Lîsteya dîlên ku Hemas wê îro wan berde gihîşt ber destê me

Quds

 Îsraîlê daxuyand, lîsteya dîlên Îsraîlî ku Hemas wê îro wan berde, gihîşt ber destê wan.

Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriyê hat dayîn, lîsteya dîlên Îsraîlî yên tê payîn ku wê îro werin berdan, gihîşt ber destê wan û li ser vê agahî dane malbatên dîlan jî.

Di daxuyaniyê da agahî nehat dayîn bê ka Hemas wê çend dîlên Îsraîlî berde an jî ji bo saeta berdêlîkirina dîlan agahî nehat dayîn.

Di çarçoveya mitabaqatê da tê payîn ku 10 hêsîrên Îsraîlî û 30 hêsîrên Filistînî werin berdêlîkirin.

Di çarçoveya mitabaqata navbera Îsraîl û Hemasê da ji 24ê Mijdarê vir va 73 hêsîrên Îsraîlî û 210 hêsîrên Filistînî hatin berdan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.