Mustafa Melih Ahıshalı
15 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2023
Endamê Komîsyona Ewlekariya Neteweyî ya Meclisa Îranê Şehriyar Heyderî diyar kir, balafirên şer Su-35 yên Ûris ên hatin sîparîşkirin dê 3 meh şûnda bo Tehranê bên radestkirin.
Heyderî ji Ajansa Nûçeyan Tesnîmê ra axivî û der heqê ekîpmanên pîşesaziya parastinê yên dê ji Rûsyayê bên da agahî da.
Heyderî wiha got, "Balafirên şer Su-35 yên Îranê ji Rûsyayê sîparîş kirin dê serê sala din (sala ku li gorî teqwîma Hîcrî Şemsî di 21ê Adarê da dest pê dike) bigihîjin welêt."
Heyderî her wisa got ku beşeke mezin a pergalên parastinê, fuze û helîkopterên ku ji Rûsyayê hatin sîparîşkirin jî dê di demeke nêzîk da bên şandin.