Türkan Tosun
05 Tebax 2019•Rojanekirin: 06 Tebax 2019
Hezên Îranê li nêzîkî Bendergeha Buşehrê ya devê Kendava Basrayê ji ber hinceta malên qaçax dibin dest dan du keştiyan û 7 kes binçav kirin.
Fermandarê Hêzên Behrê yê eyaleta Buşehrê Velîyullah Rizaînejad ji ajansa nûçeyan a Îranê Tesnîmê ra wiha daxuyand: "Di çarçoveya têkoşîna dijî qaçaxçitiyê da du keştiyên hat tespîtkirin malên qaçax dibin li nêzîkî Bendergeha Buşehrê ji hêla deryavanan va hatin desteserkirin."
Rizaînejad got di keştiyan da lastîkên wesayîtan, perçeyên yedek ên wesayîtan, alavên malê û gelek tiştên bi vî rengî hatin dîtin û 7 kes jî hatin binçavkirin.
Duh jî li Kendava Basrayê Îranê bi hinceta tê da sotemeniya qaçax heye dest dabû ser keştiyeke Iraqê. Wezareta Neftê ya Iraqê îdiaya "keştî ya rêvebiriya Bexdayê ye" derewandibû.