Ahmet Aydın
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Konseya Bilind a Ewlekariya Millî ya Îranê, li hember xistina Pasdarên Şoreşa Îranê bo nav lîsteya rêxistinên terorê de, ragihand ku Hêzên Navendî yê DYAyê (CENTCOM) xistine nava listeya terorê de.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Konseya Bilind a Ewlekariyê, hikûmeta DYAyê weke "piştevanên terorê" hatin wesifdan û herwiha hat destnîşankirin ku Hêzên Navendî yê DYAyê (CENTCOM) û hêzên pê re peywendîdar, xistine nava listeya terorê de.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ev biryara bêesil, ji bo aşitî û asayişa herêmî û kurewî xetereyek e. Herwiha îxlala hiqûqa navneteweyî û biryarên NYê ye. Pasdaran digel hevpeymanên xwe yên li herêmê rêxistinên terorê yên weke Qaîde, DEAŞ, Nusre û yên mayî jî têkoşîn daye."
- DYAyê Pasdarên Şoreşa Îranê xist nava lîsteya rêxistinên terorê
Serokê DYAyê Donald Trump pêş demeke kurt ragihandibû ku Pasdarên Şoreşa Îranê xistine lîsteya DYAyê ya rêxistinên terorê yên biyanî.