Surçî ji nûçegihanê AAyê re behsa rewşa Misûlê ya ku ji 2 salan vir ve destê DAEŞê de ye kir.
Surçî daxuyand ku DAEŞ li hember operasyona rizgarkirina Mûsilê amadehiyan dike û çekan li navenda bajêr kom dike û wiha axivî: "Di destê me de agahî hene ku rêxistinê ji Sûriyeyê xaza kîmyewî aniye. Wan li van xazan li Sûriyeyê ji herêmên ku destê rejima Esed hildane, bi dest xistine. Welatekî dostê Şamê van xazan şandiye rejimê. Em texmîn nakin ku DAEŞ di nav bajêr de van xazan bikar bînin. Li der û dora bajêr dema ku ba ber bi aliyê pêşmerge û artêşa Iraqê ve bê dibe ku ew van xazan bi kar bînin. Ne mumkun e ku ew di pevçûnên di kolanan de van xazan bi kar bînin."
Ji bo ku bajêr wek kelehekê bê parastin, li bakur, rojhilat û rojavayê bajêr xendekên du mêtroyî hatine kolandin û bi nefta xam hatine tijîkirin.
“Li gorî zanyariyên me nuha li Mûsilê 4 hezar çekdar mane.”
Surçî pişrast kir ku stratêjiya berxwedanê ya DAEŞê ji ber têkçûnên wê yên demên vê taliyê guheriye û wiha got, “Pêştir li navenda bajêr nêzîka 10 hezar çekdarên rêxistinê hebûn. Lê belê ev çend meh e, hejmara wan gelek kêm bûye, li zanyariyên me nuha li Mûsilê 4 hezar çekdar mane. Piraniya çekdarên biyanî Mûsil terikandin û reviyan Sûriyeyê. Yên mayî jî bêhtirên wan endamên eşîretên dorberê ne.”
Surçî anî ziman ku çekdar ji dêvla navenda bajêr, li deverên derdorê dihêwirin û wiha pê da çû: “Asayişa navenda bajarê Mûsilê ji aliyê Polêsên DAEŞê va ku ji wan ra dibêjin “Husbe” tê parastin. Rol û giringeyeke wanî mezin ji bo rêxistinê heye.”
"Nêzîka salekê ye çekdarên cûrbicûr di nava Mûsilê da dest bi kuştina çekdarên DAEŞê kirine"
Surçî herwiha got, “Piştî ku DAEŞê qezaya Şergatê û bajarokê Geyareyê ji dest da û dît ku pêşmerge di eniyên weke Xazir û Gwêrê bi ser dikeve, di nava Mûsilê da ma asê û bê moral ma. Di çavê gel da tu prestîja DAEŞê nema ye. Gel zane wê Mûsil ji ji dest wan here. Ji ber ku berî nuha wîlayetên weke Enbar, Selaheddîn û beşek ji Diyalayê ji dest da bû. Nêzîka salekê ye çekdarên cûrbicûr hene û dest bi kuştina çekdarên DAEŞê kirine.”
Surçî derbarê wan komên cûrbicûr wiha axivî: “Hinek ji wan çekdarên di bin navê “Bazên Neynewayê” û hinek jî bi navê “Ketîbeyên Tehrîra Neynewayê” şer dikin. Herwiha di nav wan û komên neqşibendiyan da jî rageşî hene.”
“Konkrêtên beton li dora qada balafirgeha Mûsilê danîne”
Surçî got, “Çemê Dijleyê ku di navenda Mûsilê ra derbas dibe xwedî giringiyeke sitratêjîk e ji bo wî bajarî. Çekdarên DAEŞê hê jî balafirgeha Mûsilê weke baregeha leşkerî bikartînin. Bi mebesta ku firoke û balafir xwe lê daneynin, konkrêtên beton û wesayitên xurde li qada balafirgeha Mûsilê danîne”