Orhan Sağlam
09 Gulan 2026•Rojanekirin: 09 Gulan 2026
Li taxa Gondermeya di nav sînorên Şaredariya Muradiyeyê da kûçikên serberedayî êrîşî Yuzarsîf Acarê 11 salî kirin.
Kesên derdorê midaxele kirin û zarokê ku ji çîpê xwe û kulîmeka xwe birîndar bûbû birin Nexweşxaneya Dewletê ya Muradiyeyê.
Piştî midaxeleya pêşîn ya li wê derê, zarok bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya zarok baş e.
Mehmet Reşît Acarê bapîrê zarok ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku dema neviyê wî diçû ber dersa Quranê 5 kûçikan êrîşî wî kirine.
Acar destnîşan kir ku kesên derdorê neviyê wî rizgar kirine û got, "Li nexweşxaneyê midaxele dikin. Di çîpa wî ya rastê da, di kulîmeka wî û gelek deverên din da birîn hene. Şaredarî yan jî her çi saziyeke din be bila tedbîran bistînin. Îro êrîşî zarokê me kir, sibe wê êrîşî zarokên hineka din bikin. Bila êdî çareyek ji vê ra bê dîtin. Banga me ji bo rayedaran ew e, bila kûçikên serberedayî bidin hev, bila zirar negihêje kesekî din."