MÛSÛL
Li bajarên Mûsûl û Tûzhûrmatûya Iraqê, êrîşên bi bombeyî qewimîn. Di êrîşan de 5 kes mirin 19 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, bombeya ku li qehwexaneyeke li taxa Bab Lekşa navenda Mûsûlê hatibû bicihkirin teqiya. Di teqînê de 4 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku rewşa hin birîndaran giran e .
Ji aliyê din ve li gundê Yenkeceya girêdayê Tûzhûrmatûyê, li ser wesayîta polêsan, êrîşa bi bombeyî hat kirin. Di êrîşê de polêsek mir, polêsek jî birîndar bû.