MUSUL
Hat ragihandin ku li bajarê Mûsûlê ya Iraqê bi wesaîteke bombebarkirî êrîş hat kirin û di êrîşê de 16 kes mirin û 55 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çevkaniyên ewlekariyê hat sitendin, li gundê Mûvaffakiyyeyê ya Mûsûlê, li herêma ku malbatên Şebekan lê dijîn bi wesaîteke bombebarkirî êrîş hat kirin û di êrîşê de tevî çalakvan 16 kes mirin û 55 kes jî birîndar bûn.
Waliyê Mûsûlê Asîl en-Nûceyfî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ji vê bûyera xedar hêzên ewlekariyê berpirsiyar in.
Nûceyfî di daxuyaniyê de îdia kir ku rêvebirên ewlekariyê karên xwe baş nakin û bang kir ku rêvebirên ewlekariyê bên guhertin û wiha got: "Sûcek ji vê mezintir tuneye ku roja cejnê zarok û sivîlan ji xwe re dikin hedef."
Nûnerê Şebekên Mûsûlê Kûsay eş-Şebekî ji AAyê re axivî û anî ziman ku tu têkiliya van êrîşan bi rêgezên Îslamê re tune û Şebekî her roj tên kuştin.
Li Iraqê nêzî 400 hezar Şebek hene û li herêma Mûsûlê û li gundên derdora Mûsûlê dijîn. Tê zanîn ku mezhebê Şebekan Şîîtî ye û zimanê wan jî dişibe zaravayê Kurmancî. Ji aliyê ewlehiyê ve pirsgirêk û tengasiyên Şebekan heye û ji hêla rêxistinên terorîst ên li Mûsûlê ve her tim tedayiyê dibînin.