Muhammet Kurşun
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
WASHINGTON
Îstixbarata Amerîkayê, îddîa kir ku hatiye tesbîtkirin Rûsyayê sîstema berevaniya esmanî ya curê Almaz Antey S-500î ceribandiye.
Berpirsekî îstixbarata Amerîkayê bo medyaya vî welatî axivî û diyar kir ku piştî Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku dê sîstema berevaniya esmanî S-500 di demeke nêzîk de çêkin, di raporên îstixbarî de ceribînên pêşî yên Rûsyayê hatin tesbîtkirin.
Berpirsê îstixbaratê, diyar kir ku sîstema moşekî S-500 xwedî menzila 600 kîlometre ye û unsûrekî li esman ji mesafeya 481 kîlometre bi serkeftî aniye xwarê û ev "rekora nû ya dinyayê" ye.