Abdullah Tel
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
XEZE
Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê dîsa êrîşên hewayî birin ser Xeta Xezeya dorpêçkirî.
Li gor daxuyaniyên şahidan, balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî du hedefên Hamasê yên ku li bakurê Xezeyê dikevin, kirin.
Wesayîtên bêmirov ên hewayî yên Îsraîlê jî 3 moşek avêtin herêma ku wek El-Îdare El-Medîne tê zanîn û 2 moşek jî avêtin ser devereke aîdê Lîvaya Îzzeddîn Kassam a baskê çekdarî yê Hamasê ye.
Hêzên hewayî yên Îsraîlê bi ser zeviyeka li Taxa Ez-Zeytûnê ku li rojhilatê bajarê Xezeyê dikeve da jî bombe barandin.
- Îsraîlê êrîşên xwe piştrast kir
Ji hêla din va artêşa Îsraîlê ji bo êrîşa ku li ser Xeta Xezeyê hatin kirin daxuyanî da û piştrast kir ku êrîş bi destê hêzên Îsraîlê va hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku dengê teqînên hatine bihîstin jî ji ber wan êrîşan bû lê zêde jî agahî nehat dayîn.
Hat gotin ku ji alî Xeta Xezeyê va jî 80 roket û gule bi ser aliyê Îsraîlê va hatine avêtin.
Ji ber êrîşên ku Îsraîlê di du rojên dawîn li deverên Hamas û Îslamî Cîhadê lidarxist da 4 filistînî şehîd ketin.