Haydar Şahin
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
KERKÛK
Ji vir 59 sal berê li Kerkûka bajarê Iraqê bi dehan serok û sivîlên Tirkimen di 14ê Tîrmehê da hatibûn kuştin. Êş û jana wê qetlîamê hê dewam dike.
Tirkmenên Iraqê dibêjin ku di sala 1959an da ji bo "civakê bêyî serok bihêlin" Tirkmen xistin hedef û serokên wan qetil kirin.
Li Kerkûkê di 14ê Tîrmeha 1959an da bi sedan Tirkmen ji bo salvegera avakirina komarê pîroz bikin beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê da bi sedan Tirkmen hatin kuştin. Rayedarên Tirkmen û şahidên bûyerê rewş nirxandin û gotin armanca qetlîama ku di Tirkmenan da birîneke kûr vekir ew bû ku Tirkmenan bêyî serok bihêlin.
Haşîm Salîhiyê Serokê Komeleya Malbata Şehîdan û Girtiyên Siyasî ya Tirkmenên Iraqê got, "Di vê qetlîama ku bi dehan Tirkmen hatin şehîdkirin da serokên me, karsazên me û merivên me yên girîng hatin kuştin. Gele serokên wekî Ata Xayrullah, Îhsan Xayrullah, Mihemed Avci , Selahaddîn Avci hatin kuştin."
Kubat Muxtarê (77) şahidê bûyerê yê ku ji malbata wî 3 kes hatin kuştin, wiha qala roja bûyerê kir:
"Kesên çekdar ên ku me qet nas nedikirin avêtin ser mala me, em avêtin depoya malê û bi sîlehên otomotîk gule berî me dan. Di encama guleyên wan da Cîhat û Nîhatê birayên min û Emela (13) xuşka min li ber çavên min hatin kuştin."
Muxtar destnîşan kir ku wê rojê qedexeya derketina derva hat îlankirin ji ber vê jî ew û hin endamên malbatê rojekê şûnda çûn nexweşxaneyê ku birînên xwe bidin dermankirin û wiha pê da çû: "Ez û xwenga min a ku birîna wê kûr bû alîkariya cînaran çûn doxtor. Tevahiyê birîndarên li wê derê ji Tirkmenan pêk dihat."
Aydin Merufê Parlementerê Hewlêrê yê Eniya Tirkmenên Iraqê diyar kir ku armanca qetlîama 14ê Tîrmehê tunekirina Tirkmenên li Iraqê bû û wiha axivî: "Hewl dan bi qetlîamê dengê Tirkmenan bibirin. Wekî mayîn ev hewleke wisa bû ku fitne û fesadî di nav gelên Kerkûkê da derdixist."