Abdullah Tel
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Vejenê yê Îranê Riza Erdekaniyan got ku wan av û ceyrana îxracî welatên cîran dikirin bi temamî dan sekinandin.
Li gor nûçeya ISNAya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî Wezîrê Vejenê yê Îranê Erdekaniyan der barê pirsgirêka av û ceyranê ya li welêt da daxuyanî da çapemeniyê.
Erdekaniyan destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka vejenê Îranê ceyrana îxracî cîranên wek Pakistan, Efxanistan û Iraqê dikir, da sekinandin û wiha pê da çû: "Dema îxracat bê kirin wê birîn zêdetir bibe. Lê berevajiyê îdiayan niha hewcedariya me ya av û ceyranê qet tuneye, ew pirsgirêk nema."
- Pirsgirêka avê bû meseleyeke tevlihev
Di axaftina xwe da Erdekaniyan destnîşan kir ku pirsgirêka avê ya li welêt diqewime bû meseleyeke tevlihev û ji bo çareserkirina vê û helkirina pirsgirêkan divê herkes hewl bide.
Wezîrê Îranê ragihand ku hin alî dixwazin ji ber pirsgirêka av û ceyranê nav bi gel bidin û ji ber vê jî ji xelqê xwest ku di pêvajoyeke wiha kirîtîk da piçek sebir bikin.