Abdullah Tel
22 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku di erdheja bi lerza 5,9an li Taze Abada navçeya Kirmanşaha eyaleta Îranê qewimî da 40 kes birîndar bûn.
Waliyê Eyaleta Kirmanşahê Hûşeng Bazvend diyar kir ku di erheja navend navçeya Taze Abadê bû qewimî da 40 kes birîndar bûn.
Bazvend daxuyanî da ISNAya Ajansa Xwendekarên Îranî û got ku ji ber lerzê hin xaniyên li herêmên çolter zirar dîtin.
Hat gotin ku piştî erdhejê 20 carên din jî lerzên paşber pêk hatin û xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
- Erdhej li Iraqê jî hat hîskirin
Ji hêla din va Berdevkê Midûriyeta Meteorolojî û Erdhêjê ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Ajî Çeto daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku erdhej tevlî Bexdaya paytextê Iraqê li bajarên Hewlêr, Silêamniye û Helepçeyê jî hat hîskirin.
Îro serê sibehê li Ruydera navçeya ser eyaleta Hurmuzganê jî bi lerza 5,7 erdhejek çêbûbû.