Abdullah Tel
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2018
ANKARA
Eskerên teqawid li pêş avahiya meclisa Îranê kom bûn û kêmbûna mehaniyên xwe protesto kirin.
Li gor nûçeya ISNAya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî komek personelên ji Artêşa Îranê teqawid bûne bi daxwaza ku bila mehaniya wan bê zêdekirin serê sibehê li Tehranê pêş avahiya meclisê kom bûn.
Eskerên teqawidbûyî xwestin ku bila qanûna bacan a rasterast li mecslisê ji nû va bê verastkirin bi budçeya sala pêş va mehaniya wan jî bê zêdekirin.
Tê payîn ku di rûniştina îro ya li meclisê da li ser pêşnûmaya qanûna bacan a rasterast bê sekinîn.