18 Îlon 2016•Rojanekirin: 18 Îlon 2016
İSLAMABAD
Hat ragihandin ku di êrîşa xwekujiyê ya ser mizgefta li bakûrêrojavayê Pakistanê ya ku roja îniyê hatibû kirin da hejmara miriyan gihîşt 36an.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hate hildan, hejmara kesên di êrîşa xwekujiyê ya ku li herêma kabîleya Mohmandê roja îniyê wexta nimêjê hatibû kirin da mirin derket 36an.
Ji aliyê din va koma Cemaat-ul Ahrarê ya ku ji Talîbana Pakistanê (TTP) qetiyabû ragihand ku êrîş ji aliyê wan va hatiye kirin.
Cemaat-ul Ahrar ji TTPyê qetiyabû û di sala 2014han da hatibû avakirin. Tê gotin ku baregeha sereke ya vê komê li herêma kabîleya Mohmandê ye. Tê texmînkirin ku Omer Halit Horasaniyê serokê komê niha li Efxanistanê ye. Berdevkê komê Ehsanullah Ehsan gotibû ku êrîşa ser deriyê sînorê Pakistan-Hindistanê (2ê mijdara 2014an) wan li dar xist. Di êrîşê da zêdetirê 50 kesî miribûn.