Fatih Gazioğlu
2019 ж. 19 наурыз•Rojanekirin: 2019 ж. 20 наурыз
Li Zelandaya Nû Wîll Connollyê 17 salî yê ku bi 'çalakiya hêkê' navdar bû biryar da ku qismekî pereyê xwe bibexşîne malbatên misilmanan.
Wîll Connolly hêk avêtibû Fraser Annîngê senatorê serbixwe yê ku dijî misilmanan axivîbû û navdar bûbû.
Li gor nûçeya rojnameya New Zealand Heraldê ji bo mesrefê mehkemeya Wîll Connollyê zarok ji ser malpera "GoFundMe" kampanyaya alîkariyê dabûn destpêkirin.
Li gor nûçeyê Connollyê Connollyê biryar daye û gotiye ew ê ji qismekî pereyê ku ji bo wî hatiye komkirin bibexşîne malbatên misilmanan yên mexdûr.
Li gor nûçeyê di çarçoveya kampanyayê da heta niha 42 hezar dolar hatiye komkirin.
Fraser Annîngê senatorê serbixwe li bajarê Melbourneyê piştî êrîşên dijî mizgeftan daxuyanî dabû û koça misilmanan wekî sedema êrîşê nîşan dabû.
Wîll Connollyê 17 salî li ser vê bertek nîşanî senator dabû û bi hekê êrîş wî kiribû û piştra jî hatibû binçavkirin.
Connolly paşê hatibû berdan û li ser hesabê xwe twîtterê parvekirinek kiribû û wiha gotibû:
"Ez insan im. Ez diwazim hûn vê tiştê baş bizanin. Misilman terorîst nînin û dînê terorê jî tuneye. Kesên dibêjin misilman terorîst in ew kes merivên şibiya Annîng kesên 'vala' ne. We ji min re gotiye 'Egg boy (Hêko).' Ez ji bo piştgiriya wê spas dikim."