Türkan Tosun
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
EFRÎN/ÎZMIR
Tîmên girêdayî Fermandariya Tugaya Komandoyên Cendirmeyan a Bornovayê û tîmên polêsên taybet li Efrînê teqemeniyên ku ji hêla endamên YPG/PKKya rêxistina terorê va di baxçe û zeviyan de hatine bicihkirin, îmhe dikin.
Navçeya Efrînê ya ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va ji terorîstan hat girtin niha ji mayin û teqemeniyan tê paqijkirin.
Tîmên girêdayî Fermandariya Tugaya Komandoyên Cendirmeyan a Bornovayê, tîmên polêsên taybet û endamên Artêşa Sûriyeya Azad li bajaroka Racuyê û gundên Anarsumu, Naz, Savankabir, Kodlakî, Çalar, Obaya Darhê û Obaya Şêx xebatên xwe didomînin.
Li van derên ku behsa wan tê kirin gelek sitargeh, alavên jiyanê, bivir û balyoz hatin bidestxistin, mayin û teqemenî hatin îmhekirin.
Li Efrîna ku di 18ê adarê de hat bidestxistin gelek teqemenî hatibûn bicihkirin, wisa xuya dike ku endamên YPG/PKKyê qet guh nedane jiyana mirovan.
Li gundê Anarsumuyê di nav zevî û baxçeyên gundiyan de terorîstan teqemeniyên hatine bicihkirin yek bi yek hatin îmhekirin û hewl tê dayîn ku herêm bi ewlehi be.