Ethem Emre Özcan
29 Adar 2022•Rojanekirin: 30 Adar 2022
Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyand YPG/PKKya rêxistina terorê li Dêrazora bajarê Sûriyeyê ya ku dagir kiriye li ser gundê Derneçê da girt, 4 sivîlan dîl girt û agir berda hin malan.
Şaxa Mafê Mirovan a Sûriyeyê ya ku binpêkirina mafên sivîlên li Sûriyeyê bi belgeyan îspat dike li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand YPG/PKKya rêxistina terorê di 25ê adarê da li Dêrazorê li ser gundê Derneçê da girt.
Hat gotin terorîstan ji gund 4 sivîlan dîl girt û agir berda hin malan.
Bang hat kirin ku kesên hatine girtin bên berdan.
YPG/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê bi taybetî Reqa, Dêrazor û Hesekeyê li ser malan da digire û sivîlan dibe.