09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Seroka Federasyona Federasyona Asuriyan a Swedê Kara Hermezê got ku "Li aliyê bakurê rojhilatê Sûriyeyê ku YPGya şaxa PKKyê dewr sitandiye kuştin, tehde, şantaj, zarokan dike esker û paqijiya etnîk dike."
Kara Hermeza Seroka Federasyona Asuriyan a Swedê ji bo Aftonbladeta rojnameya herî girîng a welêt gotareke bi serenava "YPG dayîna Xwedê nîne" nivîsand.
Hermezê di nivîsa xwe da bersivên hişk dan Jonas Sjostedtê Serokê Partiya Çep a îdia dike ku "YPG hêviya herêmê ye û teşekuleke wisa ava kiriye ku hemû neteweyan digihîne hev.
Hermezê bi bîr xist yên ku li herêmê eqreba û nasên wan mane ew in û nirxandina "Partiya Çep dibe ku paşê ji piştgiriya ku li herêmê bi awayekî bêplan û bêpêşbînî dide YPGyê poşman bibe. Li aliyê bakurê rojhilatê Sûriyeyê ku YPGya şaxa PKKyê dewr sitandiye kuştin, tehde, şantaj, zarokan dike esker û komkujiyê dike."
Hermezê bi bîr xist ku gelek saziyên mafên mirovan ên li herêmê raporên ku rûyê rastîn ê YPGyê nîşan dide amade kirin û wiha axivî:
"PKK li ser Suryanî, Ereb û Kurdên ku piştgiriyê nadinê zextê dike. Serokê Partiya Çep Jonas Sjostedt parastiye ku Kurd dijî kuştinên toreyê jî derdikevin û di mijara mafên jinan da karên girîng kirine. Komên Kurdan ên milîtan hîn bûn ku ji mijara mafên jinan îstifade bikin ji ber ku li Rojava ji bo mafên jinan têkoşîn heye. Ji bo ku xwe ji bo Rojava şirîn nîşan bidin di nav têkoşîneke wiha da ne."
- "YPGyê DEAŞ têk nebir"
Hermezê diyar kir ku YPGyê li Sûriyeyê DEAŞa rêxistina terorê têk nebir û wiha axivî: "Gelek kes diparêzin ku YPGyê DEAŞ têk bir lê ev rast nîne. Piraniya şerê dijî DEAŞê ya li Sûriyeyê bi destê artêşa Sûriyeyê çêbûye lêbelê şerê ku dijî DEAŞê hat kirin ji bo polîtîkaya belavbûna ya YPGyê bû hincet."
Hermezê destnîşan kir Partiya Çep îdia dike ku li welêt yek ji parêzvanên herî mezin ên mafên mirovan e û ev gotin: "Partî îdia dike ku ligel bindestan e. Ecêb e ku di mijara tiştên ku dijî Asurî, Suryanî, Êzdiyan hatin kirin bêdeng dimînin. Dema ku Suryanî, Êzdî û gelên din ên herêmê dikujin, êrîş dikin û tehdeyê li wan dikin me nebihîst ku PKK û YPGyê şermezar dikin."