İbrahim Atmaca
14 Adar 2019•Rojanekirin: 16 Adar 2019
Yekîtiya Ereban binpêkirinên ku Îsraîl çendîn caran li Mescida Eqsayê dike, şermezar kir û bang kir ku ji berxwedana Filistîniyan piştgiriya malî were dayîn.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebû Gayt ji bo ziyareta fermî hat Misrê û li paytext Qahîreyê bi Wezîrê Karên Derva yê Filistînê Riyad el-Malikî û Wezîrê Maliyeyê Şukrî Bişara ra hevdîtin kir.
Piştî civîna ku tê da li ser piştgirîdayîna malî ya Filistîniyan hat sekinandin û şûnda ji Yekîtiyê daxuyaniya nivîskî hat dayîn û wiha hat gotin, "Di rojên dawîn da tiştên ku li Eqsayê diqewimin, provokasyona qestî ya Îsraîlê ye. Li dijî statuya bajêr a niha ye ku bi vî hawî zextê didin ser Mescida Eqsayê û dibe ku ev zext bibe sedema rageşiya dînî."
Malikî û Bişara di hevdîtinê da destnîşan kirin ku Îsraîlê qismekî budçeya girtiyên Filistînî û eqrebayên şehîdan birî û ji ber vê yekê jî tengasiya malî çêbû û ji bo ku ev tengasî berteref bibe piştgiriya ku wê ji welatên Ereban were girîng e.
Yekîtiya Ereban jî diyar kir ku piştgiriya berxwedana gelê Filîstînê deynê stuyê welatên ereban e û divê bi cih bînin.
- Êrîşa dawîn a ku polêsên Îsraîlê birin ser Eqsayê
Polêsên Îsraîlê bi îdiaya ku "molotofkokteylî avêtine" qereqola polêsan a nav Harema Şerîf, pêr piştî nimêja nîvro avêt ser Qubetu's Sehrayê, êrîşî Filistînî, mele û peywirdarên Mescida Eqsayê kiribûn.
Piştî bûyerê polêsan hemû deriyên Harema Şerîf girtibûn.
Rayedarên Mescida Eqsayê gotin ku îdia bê bingeh in, bûyer li hev anîne, piştî ku Deriyê Rehmetê yê Harema Şerîf di 22yê sibatê da hat vekirin û heta niha polêsên Îsraîlê timî Filistîniyan provoke dike.
Polêsên Îsraîlê duh sibê deriyên Eqsayê cardin vekiribûn.
Kabîneya asayîşê ya Îsraîlê li ser navê hikûmeta Filistînê bacan berhev dike û ji van bacan seba girtî û eqrebayên şehîdan ên rêvebiriya Filistînê 502 milyon û 697 hezar şekel (nêzî 139 milyon dolar) vediqetand, lê di 17ê sibatê da biryara birîna vê budçeyê hat dayîn.
Di navbera Îsraîl û Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê da di sala 1994an da li gor Protokola Aboriyê ya Parîsê, rêvebiriya Îsraîlê ji deriyên sînoran ên ku di bin kontrola wî da ne li ser navê Filistîniyan salê 2 milyar dolarî berhev dike û dişîne xezîneya Filistînê. Hikûmeta Filistînê jî ji van bacan seba girtî û eqrebayên şehîdan ên ku di girtîgehên Îsraîlê da girtî ne, meaşekî sembolîk texsîs dike.